"Werin piştgiriyê bidin hewldana Tirkiyeyê"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Kahramanmaraşê di mitîngê de bangî gel kir.

"Werin piştgiriyê bidin hewldana Tirkiyeyê"

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li Kahramanmaraşê di mitîngê de bangî gel kir.

Ji axaftina Serok Erdogan:

"Ji bona veberhênanên der barê tekstîlê da jî bikevin ber teşwîqa herêmî Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê xebatên xwe temam kir. Em ê di demeke nêzîk da ji bona vê mijarê Biryarnameyeke Serokomariyê biweşînin."

"Îro kesên ji ser axa Sûriyeyê revîn vedigerin herêmên ku bi destê Tirkiyeyê bûne herêmên ewle. Ev der Efrîn, Cerablus û Îdlib e. Heta niha 311 hezar xwîşk û birayên me yên ji Sûriyeyê vegeriyane van herêman."

"Heger îro xelkê Ewropayê li ser axa xwe di nav hizûr û ewlehiyê da dijîn ev bi saya fedekariya xelkê Tirk û Tirkiyeyê ye. Lê em heta hetayê nikarin vê fedekariyê bikin. Xwîşk û birayên me yên Sûriyeyê yên li welatê me dijîn jî bêriya mal û welatê xwe dikin. Dixwazin zûtir vegerin welatê xwe."

"Em dibêjin 'Werin em herêma Îdlibê bi temamî bikin dereke ewle.' Ji bona vê em bi Îran û Rûsyayê ra xeber didin û em gelekî pêş ketin."

 "(Herêma ewledar) Daxwaza me ew e ku vê bi mitefîqên xwe ra bikin lêbelê heke firsendeke wisa nedin me jî em biryardar in ku di her şertî da vê bi îmkanên xwe bikin."

 "(Minbic) Herî kêm nêzî nîv milyon Sûriyeyî ji bo vegerin herêmê li bendê ne ku Tirkiye herêmê bîne asteke ewle."

 "Heger em rojhilatê Feratê jî bikin dereke ewle wê bi milyonan xelkê Sûriyeyê vegere mala xwe. Werin piştgiriyê bidin hewldana Tirkiyeyê."

AA

Dîroka nûkirinê: 26 Çile 2019, 09:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE