Weşana hevpar a Yildirim û Îmamoglu

 Beriya hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, namzêdê AK Partiyê Bînalî Yildirim û namzêdê CHPê Ekrem Îmamoglu beşdarî bernameya hevpar bûn.

Weşana hevpar a Yildirim û Îmamoglu

 Beriya hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, namzêdê AK Partiyê Bînalî Yildirim û namzêdê CHPê Ekrem Îmamoglu beşdarî bernameya hevpar bûn.

Yildirim ile İmamoglu, li Saraya Kongre û Nimayişê ya Lutfu kirdar bersiva pirsên rojnamevan Îsmaîl Kuçukkaya dan.

Bînalî Yildirim got, "Terciha me ew bû ev hilbijartin neyê nûkirin. Em ji bo vê jî gelekî xebitîn lêbelê CHP nebû alîkar. Daxwaza me ya ji bo nûkirinê qebûl nekirin, derbarê redda wê biryar dan, ji ber vê em mecbûr man biçin hilbijartinê."

Yildirim got, "Heke dengê min ji bo namzêdê CHPê bê nivîsandin yaxud ji namzêdekî din re bê nivîsandin ev dizî ye. Şîroveyeke din a vê nîn e."

Yildirim derbarê mijara 4 pusulayan de got, "Ev bi temamî xapînok e. Ez vê dibêjim, 4 pusulayên cuda hene lêbelê ya ku lê hat îtirazkirin, dengên Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin e. Me nûkirin nedixwest. Hê jî bi îsrar dibêjim. Heke CHP li dijî jimartina hemî ranewestiya, dê ev hilbijartin nehata nûkirin."

Bînalî Yildirim derbarê li ÎBBê biryara kopîkirina daneyan jî wiha axivî:

"Ev karê kopîkirina daneyan, taktîka FETOyê ye. 3 pispor jî ji derve ve wezîfedar kirin. Jixwe ev bixwe jîbi serê xwe karekî fecaet e."

Yildirim wiha pê de çû:

"Hevalê wî yê herî nêzîk Fatih Portakal jî got 'Ev karê Artêşê çênebûye, şaş çêbûye, dîmen di destê me de hene, ji bo ku RTUK asteng e em naweşînin.' Bi fikra min heke Ekrem qebûl bikira, lêborîn bixwesta, kar qediyabû lê belê 2 rojan fikirî, îcadeke weke 'besîtbûn'ê dît. Min gotibû pêdivê ji Walî lêborîna xwe bixwaze, ez nuha tiştekî din dibêjim, pêdivê ji Stenbolê û ji gel lêborînê bixwaze, çimkî derew li gel kirin."

Ekrem Îmamoglu got, "Gotina 'dizîn' nabe. Hûn ji kê re dibêjin? Hûn ji birayên min ên AK Partiyî yên ku li ser sindoqê wezîfedar bûn re dibêjin, hûn ji birayên min ên ÎYÎ Partiyî, MHPyî, yên Partiya Gel a Komarî re dibêjin? Gelo hûn ji serokên lijneya sindoqan re dibêjin?"

Îmamoglu got, "Hilbijartina nûkirî, têkoşîna pêvajoya demokrasiyê ye. Ev tenê hilbijartineke mehellî nîn e. Heke me zebtên xwe saxlem bigirta, me ew nebirana navenda xwe, heke bi dehhezaran mirovî ev têkoşîn nedana, dê wê şevê ew kar biqediya."

Ekrem Îmamoglu derbarê kopîkirina daneyan li Şaredariya Mezin a Stenbolê wiha axivî, "Ev karê kopî û parastinê ye. Ji bo yedekkirinê pêwîstî bi kopîkirinê heye."

Îmamoglu wiha jî got, "Emê weke serokşarederekî ku bajarekî 16 milyonî rêve dibin, emê derbarê koçberî û penaberiyê maseykê ava bikin."AA

Dîroka nûkirinê: 21 Hezîran 2019, 15:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE