Wesayîta jê bi moşekan êrîşî Hewlêrê kiribûn hat dîtin

Di daxuyaniyê da hat gotin ku hêzên ewlehiyê wesayîta ku jê moşek bi ser Hewlêrê da barandibûn, dîtin û bi temambûna lêpirsînê va wê zêdetir agahiyan parve bikin.

Wesayîta jê bi moşekan êrîşî Hewlêrê kiribûn hat dîtin

 Hat ragihandin ku wesayîta jê moşek bi ser Hewlêra bajarê Kurdistana Iraqê da barandin, hat dîtin.

Hêzên dijî terorê yên girêdayî Ajansa Ewlehiya Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) der barê êrîşên bi moşek ên li ser Hewlêrê hatin kirin da daxuyaniya nivîskî weşandin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku hêzên ewlehiyê wesayîta ku jê moşek bi ser Hewlêrê da barandibûn, dîtin û bi temambûna lêpirsînê va wê zêdetir agahiyan parve bikin.

Ji hêla din va Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî êrîşên bi moşek ên li ser Herêma Kurdistanê wek "êrîşa terorê" bi nav kir û awayek tund jî şermezar kir.

Barzanî destnîşan kir ku ji bo destpêkirina lêpirsînê wî telîmat da hêzên ewlehiyê û wiha got:"Min bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî ra ji bo hevkarî û diyarkirina sûcdarên xwedî vê kiryarê da xeber da." 

Hêzên koalîsyona dijî DEAŞê ku bi pêşengiya Amerîkayê hatibû damezrandin ragihand ku di êrîşa li ser balafirgeha Hewlêrê da mitehîtek sivîl mir, 5 personelên bi peyman û eskerekî Amerîkayê jî birîndar bûn.

Di êrîşa bi moşek a birin ser baregeha eskerî ya Amerîkayê ya li bajarê Hewlêrê da yek jê giran 3 kes birîndar bûbûn.

Serokwezîrê Iraqê Kazimî jî telîmat da ku bila der barê êrîşê da lêkolîn dest pê bike.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE