Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî di navbera 13 û 20ê Tebaxê de 2 hezar 331 operasyon hatine kirin.
24 ji wan mirî, 5 ji wan bi saxî û 11 ji wan jî radestkirî; bi temamî 40 terorîst hatin bêtêsîrkirin.
Di nav kesên bêbandorkirî de Ömer Duran û Pinar Yildirim jî hene ku ew di lîsteya kategoriya tirincî de bûn.
Di operasyonên hefteya dawî de 4 hezar 308 kes hatin binçavkirin.
Di nav wan de ji ber PKK’ê 297, ji ber FETÖ’yê 221, ji ber DEAŞ’ê 28 û ji ber rêxistinên çepgir jî 6 kes hene.
Wekî din, di çarçoveya têkoşîna li dijî sûcên sîber de jî derbarê 462 kesan de lêpirsîn tê kirin ku li ser medyaya civakî berê xelqê didin hev û nefret û neyartiyê zêde dikin.
Ji wan 328 kes hatin tespîtkirin û derbarê wan de kar û xebatên ewlekariyê hatin destpêkirin.