Wezareta Karên Derva bertek nîşanî îlana "serokatiya dewletê" ya Hefter da

Ji wezaretê daxuyaniya nivîskî hat dayîn û wiha hat gotin, "Hefter bi vê daxuyaniya xwe va careke din nîşan daye ku naxwaze krîza Lîbyayê bi rêya diyaloga siyasî çareser bibe, digel encamên Konferansa Berlînê destekê nade hewildanên navneteweyî yên bi rengî û mebesta wî ew e ku li welêt dîktatoriya eskerî çêke."

Wezareta Karên Derva bertek nîşanî îlana "serokatiya dewletê" ya Hefter da

Wezareta Karên Derva bal kişand ku Xelîfe Hefterê pêşengê hêzên nemeşrû yên li rojhilata Lîbyayê bi îlankirina "serokatiya xwe ya dewletê" va "dixwaze ku li welêt dîktatoriyê çêke" û ragihand ku divê civaka navneteweyî bêyî ku derengî nekeve bersivê bidê.

Ji wezaretê daxuyaniya nivîskî hat dayîn û wiha hat gotin, "Hefter bi vê daxuyaniya xwe va careke din nîşan daye ku naxwaze krîza Lîbyayê bi rêya diyaloga siyasî çareser bibe, digel encamên Konferansa Berlînê destekê nade hewildanên navneteweyî yên bi rengî û mebesta wî ew e ku li welêt dîktatoriya eskerî çêke."

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Diyar e ku niyeta vî şexsî heye ku li Lîbyayê rejima cuntayê ava bike û divê civaka navneteweyî zêdetir dereng nemîne û bersiveka ku hewce dike, bidê. Ji aliyê din va hin welatên ku hewariya demokrasiyê dikin jî di nav da yên ku piştgiriyê didin wî wê di çavê gelê Lîbyayê da bibin şirîkê kirinên wî (Hefter) û divê ev jî neyê jibîrkirin. Ji bo Lîbyayê piştgiriya Tirkiyeyê jî wê dewam bike."

 Hefter xwe bi yekalî wekî "serokê dewletê" îlan kiribû

Xelîfe Hefter di van demên dawîn da ji hêla eskerî gelek tişt da der li ser vê duh êvarê axivî û diyar kir ku Peymana Suheyratê ya di banê Neteweyên Yekbûyî da hatibû îmzekirin hikmê xwe da der û ew derketiye textê welêt.

Hefterê îdia kir ku Artêşa Neteweyî ya Libyayê ya girêdayî wî "kontrola hemû welêt hilda destê xwe" berê jî diyar kiribû ku "dest daye ser rêveberiya hikûmetê" û hewla derbeyê dabû.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE