Wezareta Karên Derva gazî Balyozê Erebistana Siûdî kir

Wezaretê ji Balyozê Enqereyê yê Erebistana Siûdî Welîd Bîn Abdulkerîm El Hîreycî xwest ku ew di lêpirsîna der barê Cemal Kaşikçi da hevkariyê bikin

Wezareta Karên Derva gazî Balyozê Erebistana Siûdî kir

Wezareta Karên Derva duh gazî Welîd Bîn Abdulkerîm El Hîreyciyê Balyozê Enqereyê yê Erebistana Siûdî kir û got ew bendêne ku di lêpirsîna der barê Cemal Kaşikçi da hevkariyeke giştî bê kirin.

Li gor agahiya çavkaniyên dîplomatîk Sedat Onalê Alîkarê wezîr duh Balyoz El Hîreycî vexwende wezaretê.

Çavkaniyan got ji El-Hîreycî ra hat gotin di lêpirsîna der barê rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçi da divê hevkariyeke giştî bê kirin.

Destgirtiya Cemal Kaşikçi H. A. ya ku herî dawîn wê roja sêşemê bi Kaşikçi ra xeber dabû daxuyanî dabû rojnamevanan. H.A. gotibû ew û Kaşikçi heta avahiyê serkonsolxaneyê bi hev ra çûne, Kaşikçi piştî ku ketiye hundir êdî ji wir derneketiye.

Serkonsolxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî daxuyandibû ev îdia derew e û gotibû Kaşikçi hatiye konsolxaneyê lê paşê ji wir veqetiya ye.

Hefta borî roja çarşemê jî Wezareta Karên Derva ji bo windabûna Kaşikçi gazî Welîd Bîn Abdulkerîm El Hîreyciyê Balyozê Enqereyê yê Erebistana Siûdî kiribû.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE