Wezareta Karên Derva êrîşa dijî Serkonsolosxaneya Türkiyeyê ya Mûsilê şermezar kir

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva da hat diyarkirin sibehê dijî Serkonsolosxaneya Türkiyeyê ya Mûsilê êrîş hatiye kirin.

Wezareta Karên Derva êrîşa dijî Serkonsolosxaneya Türkiyeyê ya Mûsilê şermezar kir

Wezareta Karên Derva di daxuyaniya der barê êrîşa dijî Serkonsolosxaneya Tirkiyeyê ya Mûsilê da wiha got, "Em vê êrîşa ku kes tê da nemir bi tundî şermezar dikin û dixwazin ku berpirsiyar demildest bên darizandin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva da hat diyarkirin sibehê dijî Serkonsolosxaneya Tirkiyeyê ya Mûsilê êrîş hatiye kirin.

Wezareta Karên Derva di daxuyaniya xwe da wiha got, "Em vê êrîşa ku kes tê da nemir bi tundî şermezar dikin û dixwazin ku berpirsiyar demildest bên darizandin. Em ji meqamên Iraqê dixwazin ku wezîfeya xwe ya parastina meqamên diplomatîk û konsulan bi cî bînin."

Hat diyar kir êrîş gava ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser banga Iraqê civiya pêk hatiye û wiha hat gotin, "Di heyameke ku welatê me bi neheqî tên sûcdarkirin da ev êrîş çêbûye û ev gelek balkêş û ecêb e. Bi vê wesîleyê em cardin ji meqamên Iraqê dixwazin ku bala xwe bidin ser têkoşîna dijî terorê û nehêlên ku terora ji bona dewletên cînar û nûnertiyên diplomatîk gef û talûke ne li ser axa wan hebûna xwe biparêzin. "

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE