Wezareta Karên Derva: Türkiye hêvî dike ku agirbesta li Xezeyê hat îlankirin bidome

Wezareta Karên Derva der barê biryara agirbestê ya ji bona Xezeyê ji Kabîneya Ewlehiyê ya Îsraîlê derket da daxuyaniya nivîskî da.

Wezareta Karên Derva: Türkiye hêvî dike ku agirbesta li Xezeyê hat îlankirin bidome

 Wezareta Karên Derva: "Di encama pevçûnên ku ji ber çalakiyên Îsraîlê yên dijî Filistîniyan da derketin ji ber ku agirbest çêbû em kêfxweş in û dixwazin ku agirbest domdar be."

Wezareta Karên Derva der barê biryara agirbestê ya ji bona Xezeyê ji Kabîneya Ewlehiyê ya Îsraîlê derket da daxuyaniya nivîskî da.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva da hat diyarkirin Türkiye hêvî dike ku agirbesta li Xezeyê hat îlankirin bidome û wiha hat gotin, "Di encama pevçûnên ku ji ber çalakiyên Îsraîlê yên dijî Filistîniyan da derketin ji ber ku agirbest çêbû em kêfxweş in û dixwazin ku agirbest domdar be."

Wezareta Karên Derva destnîşan kir divê Îsraîl ji ber sûcên ku kiriye li qada navneteweyî hesab bide û dorpêça dijî mirovahiyê ya Îsraîl li Xezeyê disepîne rakin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva da hat destnîşankirin dixwazin civaka navneteweyî ji bona ev zilma dijî Filistîniyan bi temamî ji holê rabe bikevin dewrê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE