Wezareta Karên Navxweyî ji bo walîtiyan giştîname şand

Piştî qedexeya derketina derve ya giştî ya 17 rojan plana ji bo heyama normalbûna qonax bi qonaxî diyar bû.

Wezareta Karên Navxweyî ji bo walîtiyan giştîname şand

Wezareta Karên Navxweyî ji bo walîtiyan giştînameya “tevdîrên normalbûna qonax bi qonaxî” şand. Li gorî giştînameyê ji 17ê gulanê yanî sibê heta 1ê hezîranê saet 5ê sibê tevdîrên heyama normalbûna qonax bi qonaxî wê werin sepandin.

Piştî qedexeya derketina derve ya giştî ya 17 rojan plana ji bo heyama normalbûna qonax bi qonaxî diyar bû.

Wezareta Karên Navxweyî ji bo tevdîrên di navbera 17ê Gulanê û 1ê Hezîranê de, ji bo walîtiyan giştîname şand.

QEDEXEYA DERKETINA DERVE DÊ DEWAM BIKE

- Tevdîr dê di navbera 17ê Gulanê û 1ê Hezîranê de bên sepandin

- Di nav hefteyê her roj saet di navbera 21.00 û 05.00an de derketina derve qedexe ye

- Rojên şemî û yekşemê jî derketina derve dê qedexe be

- Kesên 65 salî û mezintir ku herdu aşiyên xwe bûne, ciwan û zarokên 18 salî û biçûktir wê ji qedexeyan muaf bin

- Kesên 65 salî û mezintir ku aşî nebûne dê saet di navbera 10.00 û 14.00an de ji qedexeyê muaf bin

Li gorî giştînameyê saetên qedexeyê guherîn.

Di heyama normalbûna qonax bi qonaxî de rojên nav heftê saet 9ê êvarê heta 5ê sibê û dawiya heftê derkatina derve qê qedexe be.

Kesên 65 salî û mezintir ku herdu aşiyên xwe bûne, ciwan û zarokên 18 salî û biçûktir wê ji qedexeyan muaf bin.

Lê ev kes wê nikaribin li wesaîdên komî yên hundirê bajêr siwar bin.

Kesên 65 salî û mezintir ku aşî nebûne dê saet di navbera 10.00 û 14.00an de ji qedexeyê muaf bin.

DI VÊ HEYAMÊ DE PERWERDE

- Kursên ji bo xwendekarên polên 8. û 12. dê ji 17ê gulanê pê ve perwerdeya rû bi rû bidin

- Kreş û pêşdibistan wê werin vekirin

- Heta 1ê Hezîranê perwerdeya online dê bê dayîn

Wezareta Perwerdeyê jî ji bo heyama normalbûna qonax bi qonaxî daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniya wezaretê kursên ji bo xwendekarên polên 8 û 12emîn dê ji 17ê gulanê pê ve perwerdeya rû bi rû bidin.

Kreş û pêşdibistan wê werin vekirin û ji bilî van perwerdeya online wê were dayîn.

KAR Û BARÊN KARGEHAN DÊ ÇAWA BE?

- Kafe, restoran, qehwe û salonên sporê dê girtî bin

- Navendên danûstendinê wê saet di navbera 10ê sibê û 8ê êvarê vekirî bin

- Kuafor, berber, kargehên cil û bergan, ên fraqan, terzî dê nav hefteyê saet di navbera 07.00 û 20.00an de vekirî bin

Di giştînameyê de xebatên kargehan jî hatin diyarkirin.

Kafe, restoran, qehwe û salonên sporê wê heta 1ê Hezîranê girtî bin.

Navendên danûstendinê wê saet di navbera 10ê sibê û 8ê êvarê vekirî bin.

Kuafor, berber, kargehên cil û bergan, ên fraqan, terzî dê nav hefteyê saet di navbera 07.00 û 20.00an de vekirî bin.

Karmendên dewletê wê bikaribin li malê bixebitin û mesaiya wan wê saet di navbera 10ê sibê û 4ê esrê be.

Di saetên ku qedexeya derketina derve tune ye, çûnûhatina nav bajaran wê mimkûn be.

Kargehên xwarin û vexwarinê wê her roj saet 7ê sibê heta nîvê şevê xizmeta servîsa pakêtan bidin.

Nav heftê saet di navbera 7ê sibê û 8ê êvarê jî welatî wê bikaribin ji wan kargehan bi xwe pakêtên xwarin û vexwarinê bistînin.

Cihên bazarên bajêr jî wê nav heftê saet di navbera 7ê sibê û 7ê êvarê vekirî bin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE