Wezareta karên navxweyî ragihand ku di operasyona Yıldırım-10 Norduzê de serpelek cendirme û 2 çawişên pispor ên cendirme şehîd ketin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di operasyona Yıldırım-10 Norduzê ya ku li Çatakê didome de 3 terorîst hatin bêtesîrkirin. di operasyonê de serpelek cendirme û 2 çawişên pispor ên cendirme şehîd ketin û serhengek cendirme jî birîndar bû.Di heman daxuyaniyê de ji bo şehîdan ji Xwedê rehmet, malbatên wan ên dilêş re sersaxî û birîndaran re şîfa hat xwestin.