Wezareta Parastina Neteweyî li herêma Kaniya Aştiyê li feqîran alîkarî bela kir

WPNyê ragihand, li herêma Kaniya Aştiyê zarok, jin û kal û pîr di serî da seba gel ji xwarin, vexwarin û cil û bergan bigire heta ceyran, av, tenduristî û perwerdeyê alîkariya pêdiviyên sereke û însanî dewam dikin.

Wezareta Parastina Neteweyî  li herêma Kaniya Aştiyê li feqîran alîkarî bela kir

Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand, li herêma Kaniya Aştiyê zarok, jin û kal û pîr di serî da seba gel ji xwarin, vexwarin û cil û bergan bigire heta ceyran, av, tenduristî û perwerdeyê alîkariya pêdiviyên sereke û însanî dewam dikin.

Li gor daxiyaniya ku ji wezaretê hat dayîn, ji bo hizûr û ewlehiya Tirkiye û Sûriyeyê Mehmetçîk bi rêxistinên terorê PKK/YPG û DEAŞê ra bi biryardarî têkoşînê dide û nehişt ku li başûrê sînor korîdoreke terorê were vekirin. Mehmetçîkê ku li herêmê ewlehî û hizûrê çêdike, destê alîkariyê dirêjî herêmê kir.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku Artêşa Tirkiyeyê ji bo ku jiyan normalîze bibe bi saziyên qamuyê ra di nav kordînasyonê da li herêmê seba tax û gundên Îsîmsîz, Annasan, Bir Îsa, UMM Sagrîj, Shamu, Kharîb, Bîrhavvas û Saliyah Meskunê alîkariya însanî, piştgiriyên seba binesazî û jiyana rojane bê navber didome. Her wiha di daxuyaniyê da hat gotin ku Artêşa Tirkiyeyê zarok, jin û kal û pîr di serî da seba gel ji xwarin, vexwarin û cil û bergan bigire heta ceyran, av, tenduristî û perwerdeyê alîkariya pêdiviyên sereke û însanî dike û seba aştî û îstiqrarê hêvî ye.

Li gor daxuyaniyê terorîst li ku be Mehmetçîk wê derê dixe hedef, kesên bê sûc û guneh û mezlûm li ku bin jî destê alîkariyê dirêjî wir dike û digel qehremaniya xwe bi merhemeta xwe jî li dinyayê dibe mînak.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE