"Wezîfeya hiqûqê ew e ku rayên pak ên gel bi terorê nede îstismarkirin"

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu: "Wezîfeya sereke ya hiqûq û demokrasiyê ew e ku rayên pak yên gel bi terorê nedin îstismarkirin."

"Wezîfeya hiqûqê ew e ku rayên pak ên gel bi terorê nede îstismarkirin"

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu:"Wezîfeya sereke ya hiqûq û demokrasiyê ew e ku rayên pak yên gel bi terorê nedin îstismarkirin."

Ji axaftina Soylu hin sernavên derketin pêş ev in:

"Kesên dixwazin di navbera teror û demokrasiyê da rêyeke meşrû vekin xemsariyê dikin.

Kesên dixwazin hilbijartîbûnê û demokrasiyê bikin qada mûafiyeta terorê helbet xetayeke mezin dikin.

Kesan dixwazin em li hember terorê bêdeng bin xwe dixapînin. Li hember kesên dixwazin teror û terorîzmê bi taybetî bi rayên helal yên gel di şaredariyan da bi cî bikin dewlet, rêgez, hiqûq û Destûra Bingehîn bêdeng namîne û hêviyeke bi vî rengî şaşiyeke mezin e.

Bi taybetî xwestin bi rêya şaredariyan Tirkiyeyê bikin navenda terorê. Rêgez, Destûra Bingehîn û qanûnê şaredariyan cewabekê dan û gotin 'Careke din vî tiştî dubare nedkin.' Lê kesên dixwazin demokrasî û hiqûqê qirêj bikin bi gotina rast serî ji dewletê ra radikin, demokrasiyê îstismar dikin û rayên helal yên gel qirêj dikin."

AA

Dîroka nûkirinê: 23 Tebax 2019, 16:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE