Wezîr Albayrak bi hemtayê xwe yê Fransiz re axivî

"Wezîran li hev kirin ku di 27ê tebaxê de li Parîsê bên bal hev"

Wezîr Albayrak bi hemtayê xwe yê Fransiz re axivî

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak bi telefonê bi Wezîrê Fînansê yê Fransayê Bruno Le Maîre re axivî. Di axaftinê de li ser hevkariya aborî ya di navbera her du welatan de û pêngavên mueyîdeyê yên Amerîkayê yên ser Tirkiyeyê sekinîn.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezaretê hat dayîn Albayrak û Le Maîre di axaftina bi telefonê de li ser hevkariya aborî ya di navbera her du welatan de û pêngavên mueyîdeyê yên Amerîkayê yên ser Tirkiyeyê sekinîn.

Wezîran li hev kirin kuhember sepanên Amerîkayê yên navborî bi hev re û di nav hevkariyê de tevbigerin.

Albayrak qal kir ku Tirkiye ji daxuyaniyên Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Le Maîre yên ku piştgiriyê didin Tirkiyeyê kêfxweş e û spasiya wan kir.

Li gor daxuyaniyê her du serokan biryar dan ku hevkariya di navbera welatên xwe de pêş bixin û di mijarên ku li hev kirin de bêtir ji nêz ve bixebitin. Wezîran li hev kirin ku ekîbên wan bi lez dest bi xebatê bikin û di 27ê tebaxê de li Parîsê bên bal hev.

AA 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE