Wezîr Çavuşoglu: Dê bêbersiv nemîne

Wezîrê Karên Derve Çavuşoglu nirxandina "Amerîka hewl dide ku hember du wezîrên me mueyîdeyê bike û ev yek dê bêbersiv nemîne" kir.

Wezîr Çavuşoglu: Dê bêbersiv nemîne

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu di daxuyaniya ku ji ser Twîtterê da da zanîn ku Amerîkayê hewl da ku hember Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu mueyîdeyê bike û ev yek dê bêberisv nemîne.

Wezîr Çavuşoglu got ku "Heta ku birêvebiriya Amerîkayê îdraq neke ku nikare ku daxwazên xwe yên derehiqûqî bi vê rêbazê bi dest bixe em nikarin pirsgirêkan çareser bikin."

- Ji Qesra Spî daxuyaniya mueyîdeya ku midaxaleyî daraza Tirkiyeyê dike

Berdevka Qesra Spî Sarah Sandersê serbest neberdana Keşîşê Amerîkayê Andrew Brunsonê ku li Tirkiyeyê tê darizandin hincet nîşan dabû û eşkere kiribû ku dê Amerîka ji bo Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu mueyîdeyê bîne.

Sandersê gotibû ku "Bi telîmata Serok Wezareta Darayiyê ji bo Wezîrê Karên Navxweyî û Edaletê yên Tirkiyeyê yên ku di girtin û hepiskirina Keşîş Brunson de rola wan çêbû mueyîdeyê tîne."

Sandersê gotibû ku mal û milkên mixtemel ên her du wezîrên navborî yên li Amerîkayê jî dê bên blokekirin.

Wezareta Edaletê ya Amerîkayê jî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de dabû zanîn ku Gul û Soylu "Ji ber ku saziyên ku di girtina Brunson de rol dilîzîn bi rê ve dibin" ew hildan lîsteya mueyîdeyê.

Li gor qanûnên Amerîkayê mal û milkên muxtemel ên li Amerîkayê yên ku dixin nav lîsteya mueyîdeyê tên rawestandin û tê qedexekirin ku bi Amerîkayiyan re jî têkiliyên bazirganî deynin.

- Ji îdianameya der heqê Brunson de

Di îdianameya ku Dozgerê Komarê yê Îzmirê Berkant Karakaya der heqê Keşîşê Amerîkayî Brunsonê ku bi îdiaya li ser navê FETO û PKKyên rêxistinê terorê sûc kiriye di 9ê kanûna pêşîn a 2016an de hatibû girtin amade kir de hatibû diyarkirin ku di bin dilqê keşetiyê li ser navê rêxistinên terorê yên navborî sûc kiriye û di çarçoveya stratejiyên wan ên giştî de di nav yekîtiya çalakiyê de ye, armancên rêxistinê dizane û bi zanebûn hevkarî kiriye.

Brunson nasnava wan zaniye û bi mensûbên payebilind ên FETOyê re axiviye, di vê çarçoveyê de bi îmamê herêma Egeyê yê qaşo yê rêxistinê yê firarî Bekîr Baz û arîkarê wî Murat Safa û Serokê Şûbeya Tirkiyeyê yê Rêxistina Efûyê Taner Kiliçê bersûcê ku ji ber doza "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" girtî ye re hevdîtin kirine û stratejî diyar kiriye.

Di îdianameyê de cî dan peyamên ku Brunson eskerekî Amerîkayî re şandiye û dibêje ku ji ber neserkeftina teşebûsa derbeyê ya di 15ê temûza 2016an de xemgîn e û peyama "Em li benda hin bûyerên ku Tirkan bilerizîne bûn. Ji bo vegera Îsa şertên hewce çêbûn. Teşebûsa derbeyê şokek bû. Gelek Tirkan wekî di rabirdûyê de ji eskeriyê pêbawer bû lê vê carê gelekî dereng bû. Piştî teşebûsa derbeyê ev rahejandineke din e. Bawer im dê bûyer xiraptir bibin. Di dawiyê de em ê bi ser bikevin." li ser dosyeyê hatibû zêdekirin.

Di lêkolîna teknîkî de jî 293 caran sinyala GSMyê ya li cihên gelek nêz a bi Bekîr Bazê bersûcê firarî yê îmamê herêma Egeyê yê qaşo yê FETOyê yê Brunson îdia dike ku pê re hevdîtin nekiriye hatibû tespîtkirin.AA 

Dîroka nûkirinê: 02 Tebax 2018, 09:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE