Wezir Gul:Reforma Darazê ya 82 milyonî ye

Wezîrê Edaletê Gul diyar kir bi gavên bên avêtin wê him baweriya welatiyan bi darazê çêbe û him jî di demeke kurt da darizandin bên teqîbkirin û wiha got: "Ji 2019an pê va dozên welatiyên me wê mîna 'Îro here û şeş meh bi şun da were' nebe."

Wezir Gul:Reforma Darazê ya 82 milyonî ye

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul: "Belgeya Stratejiya Reforma Darazê ne ya AK Partî, Birêz Serokomarê me û Wezareta Edaletê ye, belge ya gelê Tirk û 82 milyonî ye."

Gul bû mêvanê Maseya Edîtoran ya Ajansa Anadoluyê (AA) û der barê Stratejiya Reforma Darazê ku duh Serokomar Recep Tayyîp Erdogan eşeker kir û rojevê da axivî.

Wezîrê Edaletê Gul ji bo Stratejiya Reforma Darazê destnîşan kir ev reform ji çavdêriyê ra vekiriye û got ku em ê bi awayekî şefaf û eşkere teqîb bikin ku ev pêk were û wiha dewam kir: "Wê di demeke kurt da qanûn derkevin û tevdîrên ji bona îdareyê lazim in zûtir bên hildan. Ez bawer dikim beriya Meclis bikeve betlaneyê pakêta darazê ya yekemîn were Meclisê." 

Gul destnîşan kir di binçavkirinê da ji bona dema lêpirsîn û jêpirsînê dema herî dirêj heye û got ku wek mînak heger 3 sal doz neyê vekirin 3 sal girtî dimînin, ev wiha nabe, heger kesek girtî be heq e ku demildest derkeve dadgehê.

Wezîrê Edaletê Gul diyar kir wê bi hev ra pergaleke wisa ava bikin ku kes ji ber gotin, fikir û rexneyan nekevin hepsê û mehkûm nebin û wiha got: "Gavên ku em diavêjin li Yekîtiya Ewropayê û li hemû dinyayê kesên objektîf dikarin qebûl bikin. Wê feydeyê bide pêvajoyê (pêvajoya YEyê) jî."

Gul destnîşan kir daraza ku bi destê FETOyê hat xerakirin baweriya însanan bi darazê nehişt û wiha axivî: "Me kêmasî tesbît kirin û ji bona me gelek girîng e em çareser bikin û baweriya bi darazê xurt bibe."

Wezîrê Edaletê Gul diyar kir bi gavên bên avêtin wê him baweriya welatiyan bi darazê çêbe û him jî di demeke kurt da darizandin bên teqîbkirin û wiha got: "Ji 2019an pê va dozên welatiyên me wê mîna 'Îro here û şeş meh bi şun da were' nebe."

Gul der barê Plana Çalakiya Mafên Mirovan da diyar kir bi xwebawerî li ku derê îxlalek hebe wê neyê veşartin û got ku ji bo vê jî em ê belgeya xwe di demeke nêz da eşkere bikin. 

Abdulhamît Gul der barê Stratejiya Reforma Darazê da destnîşan kir ev belge ne ya AK Partî, Birêz Serokomarê me û Wezareta Edaletê ye, belge ya gelê Tirk û 82 milyonî ye."

Gul ji bo dîmenê Kadrî Gurselê kelepçe kiribûn dest wiha got: "Hûn çima kelepçeyê dikin dest... Ew bi xwe hatiye. Bi rastî jî ew dîmen tiştekî ku bê qebûlkirin nîne."

Wezîrê Edaletê Gul ji bona temînata cî ya dadger û dozgeran wiha got: "Ji ber ku dadger biryarekê dide wê wî ji Stenbolê neşînin Qersê. Ji bona dadger û dozger ji ber biryarên wan neşînin edliyeyeke din êdî temînat çêdibe."

Gul der barê ezmûna meslekên hiqûqê da wiha got: "Niha ji bona xwendekarên dixwînin fikreke me yê wisa tuneye. Kesên teze tercih dikin dema diqedînin wê bizanibin ku ji bona vî karî bikin wê bikevin ezmûnekê."

Wezîr Gul der barê darizandinên FETOyê da diyar kir dadgerên wan di çarçoveya hiqûqê da li gor hikmê hemû rêgezan darizandinê didomînin.

Gul ji bo texliyekirina Golgeyê welatiyê Amerîkayê wiha peyivî: "Piştî darizandinê di çarçoveya çavdêriyê da piştî ku qismek cezayê xwe kişand paşê hat texliyekirin. Berdaneke di nav dema girtîbûnê da nîne lewra cezayê xwe kişandiye. Wek girtina di malê da piştî şert û merc bi cih hatine pêk hatiye."

Abdulhamît Gul ji bona dadgerê ku bertek nîşanî dawa etega parêzara jin da wiha got: "Em ê destûrê nedin helwestên şaş yên wiha ku daraz nelewite. Demildest çi hewce dikir hat kirin."

Wezîrê Edaletê Gul diyar kir dadger û endamên darazê şûna cil û bergên welatî û parêzeran divê li dosyeya pêş xwe mêze bike û got ku ew kurm ji berê va maye.

Gul der barê hevdîtina Ocalanê serokê rêxistina terorê û parêzerên wî da wiha peyivî: "Wekî periyodîk li gor biryarên dadgehê û rêgezên Wezaretê dibe ku destûr were dayîn. Di eydê da jî çawa mielemeyê li girtiyên terorê dikin di çarçoveya hiqûqê da ev mijar jî wê bên nirxandin."AA

Dîroka nûkirinê: 01 Hezîran 2019, 15:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE