Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu: "PKK 40 sal berê jî kujerê zarokan bû. Ji serok û avakarê wê bigir heta endamên wê hemû PKKyî duh jî kujerên zarokan bûn û îro jî kujerên zarokan in."
Soylu li Navenda Perwerdeya Meslekî ya Polêsan ya Karabukê beşdarî merasima mezûniyetê ya polêsên hereketa taybet bû û li vir axivî.
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ji bona li Hekariyê kuştina Bedirhanê 11 mehî û dêya wî wiha got: "PKK 40 sal berê jî kujerê zarokan bû. Ji serok û avakarê wê bigir heta endamên wê hemû PKKyî duh jî kujerên zarokan bûn û îro jî kujerên zarokan in."
Soylu bal kişand ser alîkariya Amerîkayê ya ji bona PYDyê û wiha got: "Amerîkayê 5 hezar tir şand û piştgirî da PKK û PYDyê, dibêjin Ewropayê piştgiriyê bide wan, bizanibin ku Ewropa jî Amerîka jî li pişta van bûn, leşker, cendirme, gundparêz û hevalên me yên wekî we qehreman ev erda ji wan ra xistin gor, zindan û bersiva lazim dike dan wan."
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Kesên ku difirin ji rûyê keşeyekî sîxur da Tirkiyeyê bidin çokvedan bira bizanibin ku Tirkiye ew ê ji vê şûn da hêza xwe ji berê zêdetir nîşan bide. Bira tu kes di nav fikaran da nebe."AA