Wezîrê Edaletê Abdulhamit Gul got, "Ti rêveberiya ku baweriya wê bi hiqûqê û nirxên demokratîk hebe, ne mumkun e ku biryarên daraza Yewnanistanê yên ku terorîstan hembêz dikin qebûl bike."
Gul li ser hesabê Twitterê bertek nîşanî biryara dana mafê îltîcayê bo FETOyiyan ji aliyê Yewnanistanê ve da.
Wezîr Gul di daxuyaniya xwe de got, "Ti rêveberiya ku baweriya wê bi hiqûqê û nirxên demokratîk hebe, ne mumkun e ku biryarên daraza Yewnanistanê yên ku terorîstan hembêz dikin qebûl bike. Di encama vê têkoşîna (ya dijî FETOyê) şerefdar û biryardar de; çi yekîtî, çi welat, çi rêveber, çi darazên ku bi qestî û bi rêxistinî van cinayetên hiqûqî dikin, dê dîrok wan mehkûm bike"