Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar bi Wezîrê Parastina Neteweyî yê Lîbyayê Selahaddîn Nemrûş ra hevdîtin kir.
Wezareta Parastinê daxuyanî weşand û ragihand ku hevdîtin li Stenbolê hat kirin û li ser rewşa dawîn a Lîbyayê hat sekinîn.
Wezîr Akar di hevdîtinê da bi bîr xist ku Turkiye hevdîtinên ji bo çareseriya siyasî tên kirin ji nêz va dişopîne û dixwaze di nav hewlên ku yekîtiya axa Lîbyayê diparêze, aramî, hizûr û ewlehiya wê pêk bîne da cî bigire.
Akar di hevdîtinê da ji hevpîşeyê xwe ra got ku piştevaniya ku Turkiye di qada perwerdehiya eskerî û ewlehiyê da dide birayên xwe yên Lîbyayî wê bidomîne.
Hat gotin ku Turkiye ji bo Lîbyayeke xwedî îstiqrar, serbixwe û serdest jî wê piştgir be.AA