Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û Wezîrê Parastina Neteweyî yê Amerîkayê Lloyd James Austin bi têlefonê li ser rewşa dawîn a civînên ku ji bo balafirgeha li Efxanistanê awayekî ewle bê birêvabirin axivîn.
Di daxuyaniya wezaretê weşand da hat gotin ku Akar û Austin di hevdîtinê da li ser rewşa dawîn a civînên ji bo birêvebirina Balafirgeha Navneteweyî ya Hamîd Karzaî ya li Efxanistanê tên kirin, sekinîn.
Hat gotin ku biryar hat dayîn hevdîtina erênî û bikêrhatî wê sibê dewam bike.
AA