Wezîr Akar ji ber YPGyê hişyarî da Sererkanê Amerîkayê

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar bi Sererkanê Amerîkayê Orgeneral Joseph Dunford ra axivî

Wezîr Akar ji ber YPGyê hişyarî da Sererkanê Amerîkayê

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusi Akar, li bajarê Halifaxa Kanadayê bi Sererkanê Emerîkayê Orgeneral  Joseph Dunford re civiya.

Hevdîtinê nêzî seatekê dewam kir. Akar piştî wê daxuyanî da.

Got ku di hevdîtinê de, me fotografên eskerên Emerîkî yên bi terorîstên PYD/PKK’ê re jî nirxandin.

Û wiha pê de çû: “Me di vê meseleyê de ew hişyar kirin.”

Wekî din Hulusi Akar got: “Me ji Sererkanê Emerîkayê re got, em li bendê ne hûn têkiliyên xwe yên bi YPG’ê re bibirin. Çimkî tu ferqa wan û terorîstên PKK’ê tune ye.”
 

Akar ewil bi Wezîrê Parastinê yê Kanadayê Harjît Sîngh Sajjan ra hevdîtinek kir û paşê bi Sererkanê Amerîkayê Orgeneral Joseph Dunford ra hat bal hevdu.

Wezîr Akar got YPGya rêxistina terorê êrîşî hêzên ewlehiyê dike, sivîlan û gelê bêguneh dikuje û wî ji Amerîkayê ra gotiye divê eskerên Amerîkî bi YPGyê ra hevkariyê nekin, ew dev ji vê xeletiyê berdin.

Akar got rojek berê jî ew bi hin senatorên Amerîkî yên ku hin endamên Komîteya Parastinê jî di nav da bûn ra civînek kiriye û di civînê da ew li ser mijarên wek îadekirina serokê Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) û endamên wê, YPGya rêxistina terorê axivîne.

Akar daxuyand di civînê da wan têkiliya Amerîkayê ya bi YPGyê ra rexne kiriye û wiha dewam kir: "Me got ev têkilî berwet bin jî, ji bo taktîkê bin jî Tirkiye vê qebûl nake, me ev dubare kir."

Dîroka nûkirinê: 18 Mijdar 2018, 16:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE