Wezîr Akar Sererkanê Amerîkayê Dunford qebûl kir

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar Sererkanê Amerîkayê Orgeneral Joseph Dunford û heyeta pê re qebûl kir, Sererkan Orgeneral Yaşar Guler jî beşdarî hevdîtînê bû

Wezîr Akar Sererkanê Amerîkayê Dunford qebûl kir

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar Sererkanê Amerîkayê Orgeneral Joseph Dunford qebûl kir.

Di daxuyaniya ku ji Wezareta Parastina Neteweyî hat dayîn de hat ragihandin ku Akar Dunford û heyeta pê re qebûl kir û Sererkan Orgeneral Yaşar Guerl jî beşdarî hevdîtinê bû.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di qebûlê de der barê geşedanên li bakurê Sûriyeyê, paşvekişîna ji herêmê ya Amerîkayê, paşvesitandina çekên ku dane PKK/YPGya rêxistina terorê û DEAŞ jî di nav de têkoşîna dijî rêxistinên terorê re nêrîn bi hev re hatin parvekirin û wiha hat gotin:

"Di vê çarçoveyê de Wezîr Akar ji heyeta mêvan re destnîşan kir ku Artêşa Tirkiyeyê ne dijî birayên me yên Kurd dijî PKK/YPGya ku ji bo hemû komên etnîk û dînî yên herêmê tehdît e têkoşîn dide, di vê têkoşînê de welatê me her dem hember yekîtiya axa Sûriye û Iraqê rêz digire, divê nexşerêya Minbîcê demildest bê temamkirin û PKK/YPGya rêxistina terorê ji herêmê bê derxistin, Tirkiye ji bo ewlehiya sînorên xwe, îstiqrara herêmê biryardar e ku her cure tevdîrên hewce bistîne."

AA

Dîroka nûkirinê: 10 Çile 2019, 11:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE