Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û pê ra Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Umît Dundar û Fermandarê Hêzên Hewayî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz piştî êrîşa bêbext a li Îdlibê çûn serdana eskerên birîndar.
Akar bi fermandaran ra piştî sewq û îdarekirina li Cihê Rêveberiya Eskerî ya Teqtîqê temam kir derbasî Nexweşxaneya Dewletê ya Hatayê bû.
Waliyê Hatayê Rahmî Dogan û rêvebirên din Wezîr Akar û fermandarên pê ra bûn pêşwazî kirin. Akar tevlî fermandarên pê ra eskerên ku di êrîşa bêbext a li Îdlibê da birîndar bûbûn, ziyaret kirin û der heqê rewşa wan da ji doxtoran agahî hildan.
AA