Wezîrê Berevaniya Neteweyî Akar bi Serokê HKIyê Barzanî re civiya

Barzanî û Wezîr Akar piştî civîna dualî derbasî hevdîtinên di navbera heyetan de bûn.

Wezîrê Berevaniya Neteweyî Akar bi Serokê HKIyê Barzanî re civiya

Wezîrê Berevaniya Neteweyî Hulusî Akar bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî re civiya.

Heyeta bi serektiya Akar ku Sererkanê Türkiyeyê Orgeneral Yaşar Guler jî di nav de ye, li Hewlêra paytexta HKIyê serdanên xwe yên fermî didomîne.

Serokê HKIyê Barzanî Barzanî li dîwana Serokatiyê bi gotina "tu bi xêr hatî cenabê wezîr" pêşwazî li Akar kir.

Barzanî û Wezîr Akar piştî civîna dualî derbasî hevdîtinên di navbera heyetan de bûn.

Barzanî kêfxweşiya xwe ji pêşwazîkirinê anî ziman û Wezîr Akar ji bo Türkiye û Kurdistanê temenniya xêrê kir.

Ji aliyekî din ve piştî serdana dîwana Serokatiyê Akar serdana Ofîsa Eniya Tirkmanî ya Iraqê kir û digel rayedarên Tirkman civiya.

Akar û Guler piştretir jî derbasî Kosolxaneya Türkiyeyê ya li Hewlêrê bûn û piştî civîna digel Serkonsolê Türkiyeyê Hakan Karaçay û xebatkarên konsolxaneyê, serdanên xwe yên fermî qedandin û vegeriyan welêt.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE