Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu bertek nîşanî gotinên Bînyamîn Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê yên ji bo Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da û diyar kir ku Netanyahu ji bo ku sûcdarkirinên gendelî û bertîlê yên der heqê xwe de veşêre bi awayekî neçar hewl dide ku rojevê biguherîne.
Wezîr Çavuşoglu ji ser Twîttera hesabê xwe ya çapemeniya civakî parvekirin kir û bertek nîşanî gotinên Netanyahu yên ji bo Erdogan da.
Çavuşoglu di parvekirina xwe de ev gotin:
"@netanyahu ji bo ku sûcdarkirinên gendelî û bertîlê yên der heqê xwe de veşêre bi awayekî neçar hewl dide ku rojevê biguherîne. Filistînî li aliyekî (Netanyahu) cudakariya dijî welatiyên Îsraîlê û nefredê jî geş dike. Dilê mirov dişewite û mirov şerm dike..."
Çavuşoglu dema ku Navenda Kordînasyona Hilbijartinê ya li Bulwara Akdenîzê ya Yusuf Urasê Namzedê Şaredariyê yê Kemerê yê MHPyê yê Îtifaqa Cumhur ziyaret kir axivî û wir jî bertek nîşanî Netanyahu da.
Çavuşoglu ev gotin:
"Serokwezîrê Îsraîlê çima êrîşî Serokomarê me dike? Ji ber ku Serokomarê me wekî dengê bilind a vî gelî wekî Serokê Komara Tirkiyeyê bertekê nîşan dide, wek Serokê Teşkîlata Hevkariya Îslamê bertekê nîşan dide. Îro ji ber gendelî û bertîlê der barê Serokwezîrê Îsraîlê de jêpirsîn tê kirin."AA