Wezîr Çavuşoglu li Agiriyê bû

Wezîr Çavuşoglu li Navenda Kongreyê beşdarî "Civîna Bi Gel Ra" bû û li wir axivî.

Wezîr Çavuşoglu li Agiriyê bû

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu got: "Derdê me terorîst in, rêxistinên terorê ne. Tu pirsgirêkeke me bi birayên me yên Kurd ên li Iraq û Îranê dijîn ra tune. Kurdên li Sûriyeyê dijîn û ji ber YPG û PKKyê terka wan axan kirine û hatine Tirkiyeyê jî birayên me ne. Lê li Sûriyeyê pirsgirêk YPG-PKK ye, li Îranê PJAK e. Li Tirkiye û Iraqê pirsgirêk PKK ye û yên piştgiriyê didin terorîstan in."

Çavuşoglu li Balafirgeha Ehmedê Xanî ya li Agiriyê ji hêla Waliyê Agiriyê Suleyman Elban, Parlamenterê Agiriyê yê AK Partiyê Ekrem Çelebî, Fermandarê Cendirmeyan a Bajêr Cemîl Lutfî Ozkul û rayedarên din va hat pêşwazîkirin.

Wezîr Çavuşoglu li Navenda Kongreyê beşdarî "Civîna Bi Gel Ra" bû û li wir axivî.

"Me bi hev ra Şerê Rizgariyê kir"

Der barê xizmetên hikûmetê da Çavuşoglu got 17 sal in li Tirkiyeyê bêyî ku cudakarî bê kirin ji her kesî ra xizmet tê kirin.

Çavuşoglu got bi saya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan welatiyên Kurd zimanê xwe diaxivin û wiha dewam kir: Li vî welatî her kes mirovê sereke ye. Laz, Çerkez, Boşnak, Elewî, kî dibe bila bibe mirovê sereke ye. Me bi hev ra Şerê Rizgariyê kir. Me bi hev ra Destana Çanakkaleyê nivîsî. Heke îro li vî erdnigariya me mîrata ecdadên me hebe, em bi hev ra çûn li wan deran û me bi hev ra ev tişt kirin. Me axên Anadoluyê bi hev ra kire welat, bi hev ra pêşva bir û emê bi hev ra jî Tirkiye û axên Anadoluyê pêşva bibin."

 "Derdê me terorîst in, rêxistinên terorê ne"

Çavuşoglu bertek nîşanî rêxistinên terorê da û wiha got: "Derdê me terorîst in, rêxistinên terorê ne. Tu pirsgirêkeke me bi birayên me yên Kurd ên li Iraq û Îranê dijîn ra tune. Kurdên li Sûriyeyê dijîn û ji ber YPG û PKKyê terka wan axan kirine û hatine Tirkiyeyê jî birayên me ne. Lê li Sûriyeyê pirsgirêk YPG-PKK ye, li Îranê PJAK e. Li Tirkiye û Iraqê pirsgirêk PKK ye û yên piştgiriyê didin terorîstan in."

Çavuşoglu behsa şaredariyên qeyyûm lê hatine wezîfedarkirin kir û got ew xizmeteke baş didin welatiyan.

Piştî axaftina xwe Çavuşoglu rozet bi kesên ku ji ÎYÎ Partiyê îstifa kirine û beşdarî AK Partiyê bûne va kir.

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Adar 2019, 17:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE