Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag der barê verastkirina kirê da got ew ê ne li gorî mîqtarê li gorî rêjeyê kirê destnîşan bikin û wiha axivî: "Li ber temambûnê ye. Wê ev verastkirineke demkî be, ne ya mayînde, em ê verastkirineke berwext bikin."
Bozdag li Yozgatê li Navenda Perwerdeya Personelan a Cemîl Çîçek bi nûçegihanên darazê va civînek kir.
Wezîr Bozdag anî ziman ku ji ber bihayên kirêyan yên zêde dibin kesên di kirê da dijîn zehmetiyê dikşînin û li Stenbolê ev bûye pirsgirêkeke mezin.
Bozdag got di verastkirina kirê da ew ê ne li gorî mîqtarê li gorî rêjeyê kirê destnîşan bikin û wiha axivî: "Divê bibêjim ku hema li ber temambûnê ye. Wê ev verastkirineke demkî be, ne ya mayînde be. Em ê verastkirineke berwext bikin."
AA