Wezîr Elvan îro wê bi balyozên dewletên endamên YEyê ra biaxive

Wezîr Elvan îro wê bi balyozên dewletên endamên YEyê ra biaxive

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Lutfî Elvan îro di saet 15.30yan da wê bi balyozên dewletên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) ra biaxive.

Li gor daxuyaniya Wezareta Xezîne û Darayiyê hat diyarkirin Lutfî Elvan îro di saet 15.30yan da wê bi balyozên dewletên endamên Yekîtiya Ewropayê ra biaxive û der barê "Refomên Aboriyê" yên ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di 12ê Adarê da eşkere kir agahiyê bide.

Li gor agahiyan Lutfî Elvanê di civîna ku wê bi vîdeokonferansê bê çêkirin da der barê "reformên aboriyê" da agahiyê bide balyozên YEyê.

Lutfî Elvan wê der barê rewşa giştî ya aboriya Tirkiyeyê da agahiyê bide balyozên YEyê û pirsên wan bibersivîne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE