Wezîrê Karê derve Çavuşoglu li Cenevreyê ye

Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu beşdarî şîva fermî ya WEFê bû...

Wezîrê Karê derve Çavuşoglu li Cenevreyê ye

Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu beşdarî şîva fermî ya Korbenda Aboriya Cîhanî (WEF) bû.

Şîva li navenda WEFê ya li Cenevreyê ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin.

Damezrîner û Rêveberê Korbenda Aboriya Cîhanî Klaus Schwab di vekrinê de gotarek pêşkêş kir û behsa pêşhatên dawîn ên ku şikil dane Balkanan û rola Ewropayê ya kûrewî hat hirin.

Tevî Çavuşoglu û Schwab kesayetiyên weke Serokomarê Slovenyayê Borut Pahor, Serpkwezîra Sirbistanê Ana Brnabîc, Serokwezîrê Xirwatistanê Amdrej Plenkovîc, Serokwezîrê Albanyayê Edî Rama, Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Ursula Von Der Leyen, Cîgirê Serokwezîrê Montenegroyê Zoran Pazîn Serokê 72yemîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Wezîrê Karê Derve yê Slovakyayê Miroslav Lajcak û herwiha Serokê Korbenda Aboriya Cîhanî Borge Brende jî beşdarî şîvê bûn.

Wezîr Çavuşoglu sibe dê beşdarî Civîna Serokên Diyaloga Sitratêjîk a Balkanên Rojavayê ya WEFê bibe.

Dîroka nûkirinê: 02 Cotmeh 2018, 09:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE