Wezîr Karaîsmaîloglu: "Keştiya ku li Kendava Gîneyê rastî êrîşa korsanan hat li Bendergeha Gentîlê sekinî"

Wezîr Karaîsmaîloglu: "Keştiya ku li Kendava Gîneyê rastî êrîşa korsanan hat li Bendergeha Gentîlê sekinî"

Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Adîl Karaîsmaîloglu daxuyand keştiya ku li Kendava Gîneyê rastî êrîşa korsanan hat li Bendergeha Gentîlê ya Gabonê sekinî.

Wezîr Karaîsmaîloglu li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê keştiya Lîberyayê ya bi navê Mozart ya ku li Kendava Gîneyê rastî êrîşa korsanan hat da wiha got: "Keştiya me di saet 11.00î da li Bendergeha Gentîlê ya Gabonê sekinî."

Karaîsmaîloglu ji bo deryavanê ji Azerbeycanê yê ku di bûyerê da miriye got rehma Xwedê li wî be û wiha dewam kir: "Ji bo 15 deryavên me bisilametî vegerin Türkiyeyê hemû derfetên me tên seferberîkirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE