Wezîrê Karên Derva yê Ukraynayê Kuleba: Lavrov ji bona korîdorên însanî soz neda

Wezîrê Karên Derva yê Ukraynayê Kuleba: Lavrov ji bona korîdorên însanî soz neda

Wezîrê Karên Derva yê Ukraynayê Dmîtro Kuleba der barê korîdorên însanî da wiha got, "Sergey Lavrovê Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê soz neda, lê dîsa jî got ku wê bi rayedarên eleqedar ra der barê vê mijarê da biaxive."

Civîna sêalî ya bi beşdarbûna Wezîrên Karên Derva yên Rûsya-Ukrayna-Tirkiyeyê ku li Antalyayê bi navbeynkariya Tirkiyeyê hat lidarxistin, qediya.

Kuleba li Regnum Carya Otêlê ya li Antalyayê piştî civînê di daxuyaniya çapemeniyê da axivî.

Wezîrê Karên Derva yê Ukraynayê Kuleba got ez sipasiya Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu dikim, lewra pêwendiyên ku hatin danîn hêsan kir.

Kuleba diyar kir Sergey Lavrovê Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê der barê korîdorên însanî da soz neda û got lê dîsa jî got ku wê bi rayedarên eleqedar ra der barê vê mijarê da biaxive.

Wezîrê Karên Derva yê Ukraynayê Kuleba diyar kir di civînê da li hev kirine ku dîsa bi vî awayî (mîna Antalyayê) bên bal hev û wiha got, "Heger pêwîstiya çareseriyê çêbe ez dixwazim em cardin bên bal hev."

Kuleba destnîşan kir sekinandina şer di destê wan da nîne û got heger dewleta ku êrîşî me dike vî tiştî nexwaze em nikarin şer bidin sekinandin.

Wezîrê Karên Derva yê Ukraynayê Kuleba der barê hevdîtineke din da got gava terefê Rûsan çi çaxê ji bona hevdîtinê amade be ez ê jî wê çaxê amade bim.

Kuleba got ku ez li vir (li Antalyayê) wekî wezîrekî karên derva ku rayeya min ya biryarê heye ji bona çareseriyê hatim, lê ew (Lavrov) tenê ji bona guhdarkirinê hatiye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE