Wezîrê Karên Derve Çavuşoğlu li Bexdayê ye

Mevlüt Çavuşoğlu wê li ser têkiliyên dualî bi siyasetmedaran re bicive

Wezîrê Karên Derve Çavuşoğlu li Bexdayê ye

Di hevdîtinan de mijara sereke operasyonên li dijî PKK’ê ye…

Wezîrê Karên Derve Mevlüt Çavuşoğlu çû Iraqê. Wezîr Çavuşoğlu li Bexdayê bi Serokkomar Berhem Salih û rêvebirên din re dê gelek hevdîtinan bike.

Wezîrê Karên Derve Mevlüt Çavuşoğlu li Bexdayê ye. Serdana Çavuşoğlu, ji bo Iraqa ku nû nû tê ser hemdê xwe gelek girîng e.

Wezîrê Karên Derve Çavuşoğlu di serdana xwe de wê bi Serokomarê nû yê Iraqê Berhem Salîh, Serokwezîr Adil Abdulmehdî, Serokê Meclisê Mihemed Hablusî û Serokê Koalîsyona Sarîunê Muqteda Es Sadr re hevdîtinan bike.

Di serdanan de têkiliyên dualî, ewlehiya Deriyê sînor ê Ovaköyê, operasyonên li dijî rêxistina terorî PKK’ê û Operasyona muhtemel a Şengalê bên nirxandin.

Rêvebirên Iraqî ji bo îmara Iraqê û temînkirina ava vexwarinê ji Tirkiyê alîkarî dixwazin.

Çavuşoğlu di çarçoveya serdanê de wê bi nûnerên civaka Trikmenan re jî were ba hev.

Dîroka nûkirinê: 11 Cotmeh 2018, 12:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE