Wezîrê Karên Derve Çavuşoglu li Brukselê di civîna çapmeniyê de axivî

Wezîrê Karên Derve Çavuşoglu li Brukselê di civîna çapmeniyê de axivî

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir ku derbarê sînordarkirinên di pîşesaziya parastinê de, di mitefîqên NATOyê de bi awayekî erênî guherankariya helwestê çêbûye.


Wezîr Çavuşoglu li Bruksela paytexta Belcîkayê ya ku bi mebesta beşdariya Civîna Wezîrên Karên Derve yên NATOyê lê ye, di dawiya rûniştinan de civîna çapemeniyê li dar xist.


Çavuşoglu derbarê mitefîqên NATOyê got, "Em dibînin ku bi awayekî berbiçav guherîna helwestê heye. Tekezî li giringiya Tirkiyeyê dikin. Jixwe di warê sînordarkirinên pîşesaziya parastinê de jî hinek welatan gav avêtibûn. Hinek welatên mîna Kanadayê gotin ku dixwazin gavan biavêjin."

Wezîr Çavuşoglu bal kişand ser wê yekê ku pêdivê giringiya Tirkiyeyê ne tenê li hember geşedanên konjonkturel bê zanîn û tekezî li wê yekê kir ku Tirkiye her dem piştevanê ewlekariya Ewropayê ye.

- "Îngiltereyê sînordarkirinên îxracatê rakirin"

Çavuşoglu got, "Em digel Wezîra Karên Derve ya Îngiltereyê Liz Trussê civiyan. Me ew mijarên ku Serokomarê me li vê holê beriya 15 rojan digel Serokwezîr Boris Johnson li ser axivîbûn, şopandin. Yek ji wan jî mijara motorê Balafira Muharîb a Neteweyî ya TFX ye."

Wezîr Çavuşoglu got, "Îngiltereyê sînordarkirinên îxracatê rakirin. Em ji ber vê kêfxweş in. Lêbelê di pîşesaziya parastinê yên weke balafira cengê, keştiya cengê û keştiya balafiran, de em dixwazin hevkariya xwe pêş bixînin. Bi taybet me îro pêkve mijara biryarên ku di qada enerjiyê de hatine sitendin, şopandin."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE