Wezîrê Karên Navxweyî Soylu li Hakkariyê bû

Soylu bi rûsipiyên herêmê, bi saziyên sivîl û mixtaran re civiya...

Duh Wezîrê Karên Navxweyî Süleyman Soylu li Colemergê bû. Bi Rûsipiyên herêmê, mixtar û nûnerên saziyên civakî re di xwarina de cem hev bûn.

Soylu ,Piştî xwarinê çû Navenda çandê ya zarokan. Zarok û malbatên wan bi kêfxweşî Wezîr pêşwazî kirin û bi zarokan re xeber da û lîstikên wan temaşe kir.

“Em çûn Navenda Çande Zarokan bi hezar zarok li wê derê bûn û me kêfxweşî pêşwazî kirin. Ez kuçe û sokakên Colemergê geriyam ez niha li Comergeha dinêrim û ya berê tînim ber hev gelek cûdatiyeke mezin heye navbera wan de. Bi rastî pirr hakkarî guheri ye.”

Wezîrê Karên Naxweyî Süleyman Soylu ji TRT KURDÎ re xeber da. Û got dema ku TRT KURDÎ tên gotin ji bo min cihê wê pirr girîng û gelek taybet e.

“ Îsal care duduyan e ez têm Colemergê. Hakkariya ku niha em dibînin û ya berê de ferqeke pirr mezin heye. Civîna ku me saziyên sivîl re, rusiyên herêmê û bi mixtaran re kir, atmosfera û samîmiyeta wan gelek tesîr lê min kir.”

Soylu got: Tirkiye û xelkê Colemergê gelek zor û zehmetî kişandiye.

“Ez dixwazim bi dil û can bibêjim ku em gelek di rojên zor û zehmet de derbas bûn. bi tenê xelkê Colemergê na, em hemû tirkiye di rewşake zor û zehmet de derbas bûn. Me Teror, anarşîzm, qeyrana aboriyê, êrîşên derve û him jî hewldana derbeya 15 Tîrmehê me dît; lê ji vana hemûyan Tirkiye li ser piyên xwe baş sekînî”

Û her wiha got: Rojhilat û Başûrê Rojhilat navêndên me yên îlim û baweriyê.

Dîroka nûkirinê: 05 Çile 2019, 16:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE