Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ji Vanê bi firokeyê bi rê ket û derbasî herêma şepeyê bû.
Wezîr Soylu û Serokê AFADê Gulluoglu ji Elezîzê bi balafirê hat Vanê û ji Vanê jî bi firokeyê bi rê ket ku here herêma ku şepe lê rabûye.
Firokeya ku Wezîr Soylu û kesên pê ra tê da ne, li pîsta Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Kayaboxaziyê danî. Ev qereqol li ser navçeya Çatakê ye û 20 kîlomêtre dûrî herêma ku şepe lê rabûye ye.
Soylu paşê bi rêbejê çû herêma şepeyê.
AA