Wezîrê Karên Navxweyî yê Lîbyayê Başaxa: Biryara Meclisa Misrê ragihandina şer e

Wezîrê Karên Navxweyî yê Lîbyayê Fethî Başaxa di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê Twitterê da wiha got, "Pesendkirina ku Meclisa Misrê duh ji bo şandina hêzên xwe yên çekdar bo dervayî sînorê rojava da, ragihandina şer a dijî Lîbyayê ye û her wiha binpêkirina peymanên Yekîtiya Ereb û Neteweyên Yekbûyî (NY) ye."

Başaxa wiha got, "Em ê hêzeke dereke ya di nava sînorên xwe da, hêzeke dijmin bihesibînin. Em radigihînin ku em ê ji bo parastina serwerî, ewlekarî û azadiya gelê xwe, dudil nebin."

Meclisa Misrê duh pêşnûmaya ku erkê dide Sîsî ku ji bo ewlekariya neteweyî ya welêt, her cure tedbîrên pêwîst bistîne, pesend kiribû.

Biryara dijî hikûmeta Lîbyayê ku li cem NYyê meşrû ye

Biryara Meclisa Misrê, li dû wê daxwazê hat wergirtin ku Meclisa Nûneran li Tobrukê ya alîgirê Xelîfe Hefterê serokê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê Lîbyayê, li dijî hikûmeta Lîbyayê ya ku li cem NYyê yekane otorîteya meşrû ye, ji Misrê xwestibû ku li Lîbyayê midaxeleya eskerî bike.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE