Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca got, "Pêdivê ti kes ji wan kampanyayên ku ji ser ewladên me yên nexweşên SMAyê tên kirin re, nebe alet."
Koca di parvekirina xwe ya li ser hesabê Twitterê de destnîşan kir ku derbarê zarokên nexweşên Spinal Müsküler Atrofi (SMA) de kampanya tên ajotin.
Wezîr Koca got, "Pêdivê ti kes ji wan kampanyayên ku ji ser ewladên me yên nexweşên SMAyê tên kirin re, nebe alet. Emê nehêlin ku bi fişara şirketên dermanan, zarokên me weke kobay bên bikaranîn."
Koca got, "Beriya zewacê emê pişkinîna genan jî bikin û tedbîran bistînin. Dê tokşana me ya li hember SMAyê heta nemîne bidome. Dê dewleta me hemî cure tedawiyên ku îsbat bûne bikêr tên, bê ucret ji bo ewladên me bike. Hemî tedawiyên rojane û yên ku hatine îsbatkirin ku bikêr tên, bi pêşniyaza Lijneya me ya Zanistê ya SMAyê tên cîbicîkirin. Li welatê me yek take nexweşê SMAyê tune ye ku tedawî nebûye."
AA