Wezîr Koca: Hejmara weqayan derket 5 kesan

Wezîr Koca destnîşan kir ku kesên ducanî, kesên îzna şîr a qanûnî diemilînin, astengdar û kesên ji 60 salî mezintir û di saziyên dewletê da dixebitin ji 16ê adarê pê va heta 12 rojan wê bi destûr bên hesibandin.

Wezîr Koca: Hejmara weqayan derket 5 kesan

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca diyar kir ku ji bo koronavîrusê ya bi tîpa nû (Kovîd-19) tewdîrên tên hildan dewam dikin û wiha pê da çû: "Em ji bo nexweşxaneyên xwe sînordarkirina ziyaretvanan tînin. Dê di nav saetên mesaiyê da ziyaretvan neyên qebûlkirin."

Wezîr Koca destnîşan kir ku kesên ducanî, kesên îzna şîr a qanûnî diemilînin, astengdar û kesên ji 60 salî mezintir û di saziyên dewletê da dixebitin ji 16ê adarê pê va heta 12 rojan wê bi destûr bên hesibandin.

Ji axaftina Koca hin sernavên deketin pêş ev in:

"Ji xebatkarên kamuyê yên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene dê bikarin hêsanî derkevin îznê di vê çarçoveyê da giştîname jî hat weşandin.

Em Xeta Şêwirê ya Alo 184 SABÎMê ji bo enfeksiyona koronayê diguherînin xeteke şêwirê ya taybet.

Ji bo ku kesên ji dervayî welêt hatine ji bo 14 rojan bi îzna îdarî bên hesibandin ji Serokatiya Karên Îdarî ya Serokomariyê biryar derket.

Berê niha ji bo 5 welatan qedexeya seferan hatibû dayîn. Niha ev qedexe dê ji bo 9 welatan bê danîn.

Me 3 teşhîsên nû danîn ku ev kes bi 2 weqayên me yên ewil ra di nav heman hawirdor û malbatê da ne. Temamiya 5 weqayan rasterast bi hev ra têkildar e."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE