Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca daxuyand welatiyên temenê wan 65 û ji wê mezintir in ji malê derneketin û piştgiriyeke mezin dan têkoşîna dijî şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) û wiha got: "Roja ku bendê bûn hat. Bajêr wê ji nû va we xanim û began nas bike. Di vê roja xweş da di bikaranîna maskeyê da xemsar nebin."
Wezîr Koca li ser hesabê xwe yê Twîtterê ji bo welatiyên temenê wan 65 û ji wê mezintir in yên ku demeke dirêj bû derketina wan a derva qedexe bû lê wê îro di navbera 11.00-15.00an da derkevin derva peyamek weşand.
Koca daxuyand welatiyên temenê wan 65 û ji wê mezintir in ji malê derneketin û piştgiriyeke mezin dan têkoşîna dijî şewba vîrusa koronayê û wiha got: "Roja ku bendê bûn hat. Bajêr ji nû va wê we xanim û began nas bike. Di vê roja xweş da di bikaranîna maskeyê da xemsar nebin. Maske divê êdî bibe perçeyeke cil û bergên me. Her deqîqeya we xweş derbas be."
AA