Wezîr Koca: "Îro 17 kes mirin û jimara miriyên me derkete 92yan"

Wezîr Koca: "Me di 24 saetên dawîn da 2 hezar û 69 weqayên pozîtîf tesbît kirin. Jimara weqayên me bi tevahî 5 hezar û 698 e. Îro 17 kes mirin û jimara miriyên me derkete 92yan."

Wezîr Koca: "Îro 17 kes mirin û jimara miriyên me derkete 92yan"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca der barê vîrusa koronayê ya nû da ragihand ku di 24 saetên dawîn da 2 hezar û 69 weqayên pozîtîf tesbît kirin. Jimara weqayên me bi tevahî 5 hezar û 698 e. Îro 17 kesan wefat kir û jimara miriyên me derkete 92yan.

Koca piştî Civîna Lijneya Zanistê ya Vîrusa Koronayê ya li Kampusa Bîlkentê ya Wezareta Tenduristiyê daxuyanî da û bal kişand ku hemû dinya têkoşînê dide ku vegere beriya 1ê kanûna pêşîn a 2019an. 

Koca ragihand ku li Tirkiyeyê jî jiyan ji 10ê adarê vir va guherî û nirxandina "Welatên ku miriyên wan gihîşt hezaran, jimara nexweşxan nêzî 90 hezarî bûye hene. Em teqez bi wan ra di heman rewşê da nînin. Lê divê em di eqlê xwe da bigirin ku encamên li wir di demeke gelekî kurt ku nedihat payîn da derketin holê."

Wezîr Koca der barê tevdîrên tên dîtin da got ku "Mirov çiqas ji dest bê divê ewqas kêm rastî hev bên. Ji bo vê jî divê saetên xebatê, rojên xebatê, tetîl bixin pergalê. Tevdîrên ku Lijneya Zanistê ji bo 83 milyonî pêşniyaz kir jiyana ku ji bo demekî sînorên diyar hatine danîn e, celebê jiyana berwext e."

"Me di 24 saetên dawîn da 2 hezar û 69 weqayên pozîtîf tesbît kirin"

Wezîr Koca bi bîr xist ku eşkere kirin ku dê ji ser malpera saziyê ya wezaretê her roj daneyên der barê nexweşiyê da bê weşandin û tabloya ku lê daneyên rojane ya vîrusa koronayê ya cureya nû heye nîşan da û ev agahî parve kirin: 

"Di 24 saetên dawîn da 7 hezar û 533 test hatin çêkirin, bi tevahî 47 hezar û 823 test hatin çêkirin. Me 2 hezar û 69 weqayên pozîtîf tesbît kirin. Jimara weqayên me bi tevahî 5 hezar û 698 e. Îro 17 kesan wefat kir û jimara miriyên me derkete 92yan. Niha ji nexweşên me yên ku li nexweşxaneyan tên dermankirin 344 jê di unîteya nexweşiyên giran da ne, ji wana 241 kes hatine entubekirin. 42 nexweşên me baş bûn û ji nexweşxaneyê hatin derxistin. Ev dane niha li ser malpera me hatine parvekirin. Em ê gelê xwe yê ezîz agahdar bikin."

Koca li ser pirsa gelo dê jimara weqayên li ser malperê li gor bajêran bê eşkerekirin yan na bi bîr xist ku reqamên der barê bajêran da ji serî da eşkere nekirin. Koca got ku "Em fikirîn ku dê wekî li Îtalyayê bibe sedem ku li herêmeke enfeksiyon, şewb heye, li hin bajêran tuneye û derbasbûnên ji bajarekî ji bo bajarê din zêde bibe û me eşkere nekir lê em dizanin ka li hemû bajaran çiqas weqa hene, em dizanin ku li hin bajêran jimara weqayan zêde ye."

Wezîr Koca der barê bikaranîna kîtan da got ku "Em rewşeke ku şexs an jî saziyeke taybet bixwe kît bikire û nimûneyan tes bike tu carî qebûl nakin."

Wezîr Koca bal kişand maskeya ku dibêjinê N95 a ku hekîm bi kar tînin, 3 milyon 615 heb ji wan du roj berê ji hemû saziyên me ra hatin belavkirin û destnîşan kir ku niha rêjeya tijîbûna unîteyên nexweşiyên giran ji sedî 62-63 ye. AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE