Wezîr Nebatî: "Baweriya gel bi lîreya Tirk çêbû"

Nebatî li Wêranşehira navçeya Şanliurfayê li Qada Cumhuriyetê bangî welatiyan kir û got veberhênanên bajêr wê pêşva herin.

Wezîr Nebatî: "Baweriya gel bi lîreya Tirk çêbû"

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Nureddîn Nebatî got "Em niha di bin barê enflasyonê da ne. Em ê çareser bikin, 20 sal e me kîjan pirsgirêkê çareser nekir. Ev 20 sal e me gelek pirsgirêk çareser kir. Bi îzna Xwedê, piştgirî û destûra we me van karan çareser kir û ji vir şûn da jî em ê çareser bikin."

Nebatî li Wêranşehira navçeya Şanliurfayê li Qada Cumhuriyetê bangî welatiyan kir û got veberhênanên bajêr wê pêşva herin.

Wezîr Nebatî anî ziman ew ê li dijî kesên ku rê li ber vebêrhêneran digirin têbikoşin, rê û rêbazên burokratîk ên astengiyê derdixin wê çareser bikin.

Nebatî anî ziman li dinyayê niha bihayê emtîa û neftê zêde dibe ku ev jî dibe sedema zehmetiyan û wiha axivî: "Me du salan hewl da tesîra wê li ser jiyanê çênebe. Tirkiye li dinyayê di nav welatên herî girîng ên bikaribin xwe bi awayekî erênî cuda bikin da cih digire. Di 2022yan da dinya biçûk bû, lê Tirkiye mezin bû. Di 2021î da ji sedî 11 mezin bû. Em niha di bin barê enflasyonê da ne. Em ê çareser bikin, 20 sal e me kîjan pirsgirêkê çareser nekir. Ev 20 sal e me gelek pirsgirêk çareser kir. Bi îzna Xwedê, piştgirî û destûra we me van karan çareser kir û ji vir şûn da jî em ê çareser bikin. Bi serkêşiya birêz Serokomarê me, hemû endamên kabîneyê, wezîrên me, parlamenterên me,şaredarên me, em hemû di bin emrê we da ne. Em dixebitin û em ê bixebitin. Em baş dizanin ku li dijî enflasyonê çawa têkoşîn tê kirin."

Nebatî got yên îro reşbîn in, dibêjin Tirkiye Londrayê parsekiyê dike, yên giliyên Tirkiyeyê dikin bila bizanibin ku Tirkiye welatekî ji şaristaniyeke xurt tê û ew ê li hemberî zehmetiyan serî netewîne.

"Baweriya gel bi lireyê Tirkiyeyê tê"

Nebatî anî ziman modela aboriyê ya Tirkiyeyê rastiyek e, dinya niha çav dide vê modelê û wiha axivî:

"Bihayên dowîzê meqûl dewam dikin, vê carê dest bi piran kirine dibêjin 'çima meqûl diçe, hûn çi dikin?' Bawerî heye bawerî. Baweriya gel bi lîreya Tirk çêbû. Milet bi hêza lîreyê Tirk hisiya. Îja niha rojên dijwar dê derbas bin. Em ê pişta enflasyonê bidin erdê ku me da erdê ev reşbînî jî dê ji ser miletê me rabe. Hûn baş bin, baş binihêrin, xwedî li alaya xwe derketinî xwedî li banga xwe derkevin, bêyî cudaxwazî Tirk, Kurd, Ereb û Çerkez hemû bibin yek û bi ruhê biratiyê tevbigerin. Xweşbîn bin, xweşbînî ji taybetiyên herî sereke yên vê axê ne."

 "Jiyana van derew e"

Wezîr Nebatî bal kişand, berî 20ê Berfanbarê kesên ku li pêş navên wan nasnavê profesorî û doçentiyê heye, yên îdia dikin siyasetmedarên salxurde ne, gel xapand û wiha dewam kir:

"Gotin biçin dowîz bistînin. Me got nekin, ev tiştekî rast nîne, rastiyên aboriyê ne ev in. Wê demê tinazên xwe bi me kirin, xwestin îftira biavêjin me. Dest ji tu vegotineke manîpulatîf û spekulatîf bernedan. Heta gotinên bi qasî îxanetê gotin, lê binêrin çi bû, di 20ê Adarê da serast bû. Birayên min ên biqîmet, jiyana van derew e jiyana van li ser derewan ava bûye. Hûn li gotina me binêrin. Ka me kêngî xapand. Brêz Serokomarê me kêngî xapand. Em tişta rast dibêjin. Nebî nebî hûn baweriya xwe bi derewên li ser medyaya civakî bînin. Em hene, em dixebitin û em di rêya xwe da berdewam in."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE