Hulusî Akarê Wezîrê Parastina Neteweyî bi Orgeneral Yaşar Gulerê Sererkan û Orgenral Musa Avseverê Fermandarê Hêzên Bejayê û fermandarên hêzên li xeta sînor wezîfeyê dikin ra li sînorê Sûriyeyê hat ba hev.
Akar bi Guler û Avsever r vê sibê hat Hatayê.
Rahmî Doganê Walî, Orgeneral Metîn Gurakê Fermandarê Artêşa 2yan û rayedarên din pêşwaziya Akar kirin. Piştî pêşwaziyê Akar û heyeta pê ra derbasî Fermandariya Sektora Herêma Herekata Mertalê Biharê ya Fermandariya Kolordiya 6an bûn.
Akar li vê derê bi fermandarên yekîneyên li xeta sînor û wî aliyê sînor ra hat ba hev. Civîna nirxandinê hê dewam dike.
AA