Wezîr Selçuk li Neteweyên Yekbûyiyê axivî

Wezîr Zumrut Selçuk beşdarî rûniştina Komîteya Statuya Jinan a 63emîn ya Neteweyên Yekbûyî bû.

Wezîr Selçuk li Neteweyên Yekbûyiyê axivî

Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçuk li Neteweyên Yekbûyî axivî û wiha got: "Me ji bo jinan qanûnek derxist. Li gor vê qanûnê jinên dixwazin ji bilî 16 hefte izna welidînê dikarin nîvrojê bixebitin. Jinên dixwazin piştî welidînê ji bo zarokê ewil 2 mehan, ji bo yê duyemîn 4 mehan, ji bo yê seyemîn û zêdetir jî dikarin heta 6 mehan bipere nîvrojê bixebitin."

Wezîr Zumrut Selçuk beşdarî rûniştina Komîteya Statuya Jinan a 63emîn ya Neteweyên Yekbûyî bû.

Selçuk wiha axivî:

"Ev daxwaz jî axlêbe ji hêla jinan tên bicîhkirin. Me di vê çarçoveyê da ji bo jinan gelek pîlan, bername û proje lidarxistin. Me ji bo vê hin qanûn jî derxistin. Li gor vê qanûnê jinên dixwazin ji bilî 16 hefte izna welidînê dikarin nîvrojê bixebitin. Jinên dixwazin piştî welidînê ji bo zarokê ewil 2 mehan, ji bo yê duyemîn 4 mehan, ji bo yê seyemîn û zêdetir jî dikarin heta 6 mehan bipere nîvroj bixebitin. Heta zarokê dayîk û bavan tê asta mekteba seretayî ew ê nîvroj bixebitin."

AA

Dîroka nûkirinê: 14 Adar 2019, 17:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE