Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk bi minasebeta 24ê Mijdarê Roja Mamosteyan ligel mamosteyên ji 81 parêzgehan Anitkabir ziyaret kir.
Heyeta ji burokratên wezaretê yên bi serkêşiya Selçuk û mamosteyan miteşekil, ji Rêya Şêr meşiyan û hatin ber mozoleya Xazî Mustafa Kemal Ataturk.
Piştî ku Wezîr Selçuk çeleng pêşkêşî mozoleyê kir, ji bo rêznîşandanê heyet rawestiya.
Selçuk dû ra derbasî Kuleya Mîsaqa Milî bû û di Lênûska Taybet a Anitkabirê da wiha nivîsand:
"Sermamosteyê me Ataturkê Ezîz, bi wesîleya 24ê Mijdarê Roja Mamosteyan a mamosteyên me yên ku mêjiyê gelê me ronî dike, em li hizûra te ne. Ji bo îstiqbala ewladên welêt, bêyî sekn û rahet em hemû mamoste hewil didin ku vê meşa perwerdeyê bibiryar bidomînin. Em pê beled in ku komara me ji me ferdên ku aqlê wan hur, wijdana wan hur û îrfana wan hur e dixwaze. Em hêza xwe ji biryardariya gelê me û şexsê te yê ezîz ku dexme li dîrokê da werdigirin. Ruhê te şad be."
Wezîr Selçuk dû ra ligel mamosteyan li ser nerdewanên Anitkabirê wêneya xatireyê da kişandin.
AA