Wezîrê Tendirustiyê Koca tekezî li giringiya jihevdûrbûna civakî kir

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca tekezî li giringiya jihevdûriya civakî li dijî koronavîrusê kir.

Wezîrê Tendirustiyê Koca tekezî li giringiya jihevdûrbûna civakî kir

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca tekezî li giringiya jihevdûriya civakî li dijî koronavîrusê kir.

Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê fotografeke aidî bazargeheke li Bursayê parvekir û got, "Dema mirov nêzîk be maske têrê nake. Giringtirîn pêdivî jihevdûrbûna civakî ye."

Wezîr Koca di parvekirina xwe de wiha jî got, "Heke 2 kesên nêzîkî hev maske li ber devên wan be, dibe ku tevî maskeyê jî vîrus ji yekî here êdî. Vêca nexasim li cihên ku tevger li wan zêde ye. Wexta hûn ji malê derketin miheqeq maskeyê bikar bînin. Lê belê dîsa jî heke jihevdûrbûna civakî nebe, dibe ku maske nikaribe we ji rîska koronavîrusê biparêze. Rîskê wernegirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE