Wezîrên Parastinê yên Türkiye, Îngiltere û Ukraynayê civîneke sêalî kirin û li ser mijarên rojevê axivîn.
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar li Brukselê hevdîtinên xwe yên di çarçoveya Civîna Wezîrên Parastinê ya NATOyê da didomîne.
Piştî hevdîtinên dualî Wezîr Akar bi Wezîrên Parastinê yên Îngiltere û Ukraynayê ra civîneke sêalî kir.
Akar bi Wezîrê Parastinê yê Îngiltereyê Ben Wallace û Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Oleksîî Reznîkov ra der barê mijarên ewlehî, parastina herêmî û geşedanên li Ukraynayê da axivî.
Di navbera wan da der barê keştiyên genim û dexl lê barkirî yên li bêndergehên Ukraynayê bikaribin bi awayekî ewle derkevin dervayî welêt û balafirên A400M bi ewlehî bigihêjin Türkiyeyê axaftin çêbû.
AA