Bernameya ragihandinê Whatsapp’ê li ser bertekên li dijî peymana parvekirina agahiyên şexsî, paş ve gav avêt. Li gorî daxuyaniya saziya rekabetê, kesên ku peyman erê kirine jî di nav de li tirkiyê agahiyên tu kesî wê neyên parvekirin.
Whatsappê zorê da û xwest kesên hesabên wan ên whatsappê hene peymana parvekirina agahiyên şexsî erê bikin. Lê gelek kesî bertek nişan da.
Saziya Reqabetê, ji bo sepandina nû ya whatsappê ji bo demekê qerara tevdîra demkî girtibû. Ji bo bertekê gelek kesî jî berê xwe dabû bernameyên din.
Whatsappê roja dawî ya erêkirinê taloqî 15ê Gulanê 2021an kiribû. Ew roj hat lê whatsappê li Türkiyeyê mecbûriyeta erêkirinê nedanî pêşiya endaman.
Whatsappê paş ve gavet avêt û qerara xwe ji Saziya reqabetê re jî got.
Kesên peyman erê kirine jî din av de, whatsapp dê nikaribe agahiyên şexsan bide bernameyeke din.