"Wijdaneke çawa ye ku hûn zarokan dibin û bernadin"

Dayik Songul Altintaş: "Wijdaneke çawa ye ku hûn zarokan dibin û bernadin"

"Wijdaneke çawa ye ku hûn zarokan dibin û bernadin"

 Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsiyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin kete roja 290î.

Songul Altintaşa ji dayikên ku beşdarî çalakiya rûniştinê bû daxuyaniya xwe da got ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) demekî navber da çalakiya ku ji bo ewladê xwe beşdarê bibû û paşê dîsa beşdar bû.

Altintaşê got ku "Em heta dawiyê li vir in, heta kurê xwe hilnedim naçim. Ez ji PKKyê kurê xwe dixwazim. Kete sala şeşemîn bes e êdî. Zarokên me berdin. Mafên min neparêzin ewladê min bidene min bes e. Hûn zilmê li me nekin bes e. Em ji we tiştekî din naxwazin. Ez tenê kezeba xwe dixwazim. Wijdaneke çawa ye ku hûn zarokan dibin û bernadin."

Bav Omer Tokay jî diyar kir ku çalakiya ji bo ewladê xwe dike didomîne û wiha axivî:

"Ez bangî Yekîtiya Ewropayê û Parlementoya Ewropayê dikim. Zarokên me yên ku xapandina ji destê van bêwijdanan bistînin. Li gor Peymana Cenevreyê tu kes nikare çek bide destê zarokê 16 salî. Îradeya zarokê 13-14 salî tune. Heyfa van zarokan e. Zarokên me bidin. Ez ê heta dawitê têkoşîn bidim. Heta zarokan ji destê wan hilnedim dev ji çalakiyê bernadim. Ez ewladê xwe nahêlim ber destê wan."

Tokay destnîşan kir ku zarokên ji rêxistina terorê direvin digihêjin malbatên xwe û got ku "Kurê min heke tu neyê ji me ra hizûr tune. Kurê min Eyda Qurbanê nêzîk dibe were bila ji bo me bibe du eyd."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE