Xebatkarên rastî êrîşa PKKê hatin qala dema êrîşê kirin

Abdullah Dokuz:"Ber bi êvarê kar qediya em li wesayîta serwêsê siwar bûn û ber bi malê va dihatin. Wan em wek hedef hilbijartin li wê derê bombe teqiya."

Xebatkarên rastî êrîşa PKKê hatin qala dema êrîşê kirin

Li Çataka navçeya Wanê wesayîta serwêsa sivîlên ku xebatkarên fîrmeyeke rê çêdikir rastî êrîşa terorîstên PKKya rêxistina terorê hatin. Karkerên li pey nanê xwe ku di êrîşê da birîndar bûn bertek nîşanî PKKê dan.

Tedawiya sivîlên ku di saziyeke taybet a ku çêkirina rêya Zozanê Belbûkaya li herêma Narliya ser navçeyê hildaye da wek xebatkar dixebitîn û wesayîta wan rastî êrîşê hat li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê dewam dike.

Ji xebatkaran Abdullah Dokuzê di êrîşê da birîndar xilas bû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di dafika bêbext a terorîstan danî bûn da 2 hevalên wî şehîd ketin.

Dokuz destnîşan kir ku wan li herêma Çiyayê Katoyê rê çêdikir û wiha pê da çû: "Ber bi êvarê kar qediya em li wesayîta serwêsê siwar bûn û ber bi malê va dihatin. Bi qasî 3-4 kîlomêtro em ji cihê lê dixebitîn dûr ketin û rê jî rêyeke stabîlîze bû. Wan em wek hedef hilbijartin û li wê derê bombe teqiya. Du hevalên me yên di pêşiya wesayîtê da bûn şehîd ketin û birîna yekî jî pir giran e. Hevalên me yên di paşiya wesayîtê da bûn jî birîndar bûn û hin derên wan şikestin. Em hemû xeriqîne û di wê demê da dewlet gihîştiye hewara me û bi helîkoptêran em ji wê derê rakirin û birin nexweşxaneyê."

Di berdewamiya axaftina xwe da Dokuz ragihand ku piraniya hevalên wan wekî wan 10-15 roj berê dest bi kar kirin û wiha domand: "Karê me bi qasî 20 rojî mabû. Terorîst hatine û dafikên xwe danîne û qesta canê welatiyên sivîl kirine. Birayên me Emreyê ku hêj 30 salî bû, qetil kirin. Ez wisa bawer dikim ku terorîst wê hesabê vê kirina xwe bidin û em gelek li ber hevalên xwe yên şehîd ketin."

- "Esker û gundparêz gihîştin hewara me"

Ji xebatkaran Veysel Uçar destnîşan kir ku ew dema ji kar derketin û ber bi navçeyê va dihatin rastî êrîşê hatin.

Uçar ragihand ku ew ji cihê kar bi qasî 3-4 kîlomêtro hêj dûrneketibûn teqîn pêk hat û wiha domand: "Dema wesayîta me derbas bû teqîn qewimî. Roj li me bû şev û her tişt serobin bû. Esker û gundparêz gihîştin hewara me. Şer jî qewimî. Paşê helîkopter hat û me pê birin nexweşxaneyê. Bi tesîra teqînê mînîbusa me bere paşpê qelibî û herkes bi ser hev da ket."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE