Xebatên lêgerîna esker û welatiyên ku di lehiya Gîresunê da winda bûn dewam dike

Li Gîresunê piştî ku lehî rabû û navçeyên Derelî, Dogankent û Yaglidereyê di serî da lehiyê tesîr li ser gelek herêman kir, seba dîtina cendirme û welatiyên ku di lehiyê da winda bûn xebatên lêgerînê dewam dikin

Xebatên lêgerîna esker û welatiyên ku di lehiya Gîresunê da winda bûn dewam dike

Li Gîresunê piştî ku lehî rabû û navçeyên Derelî, Dogankent û Yaglidereyê di serî da lehiyê tesîr li ser gelek herêman kir, seba dîtina cendirme û welatiyên ku di lehiyê da winda bûn xebatên lêgerînê dewam dikin û firoke jî ji hewa va piştgiriyê dide xebatan.

Li Gîresunê navçeyên Derelî, Dogankent û Yaglidereyê di serî da lehiyê tesîr li ser gelek herêman kir.

Ji bo dîtina welatiyên sivîl ku wexta lehî rabû di wesayîtên xwe da bûn û winda bûne, bi kordînasyona AFADê li 4 herêman xebatên lêgerînê dest pê kirin.

Di lehiyê da wesayîteke cendirmeyan jî di kîlomêtroya 12emîn a rêya Tîrebolu-Dogankentê da di ro da çû û ji bo dîtina personelê ku di wesayîtê da bû makîneyên kar molozên ser çêm radikin, firoke jî ji hewa va xebatan dişopîne û li personel digere.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE