Xelata Aboriyê ya Nobela 2021ê

Xelata Aboriyê ya Nobela 2021ê dan ekonomîstên ku bi xebatên xwe va "lêkolîna ampîrîkê ji binî va guherandin"

Xelata Aboriyê ya Nobela 2021ê

Xelata Aboriyê ya Nobela 2021ê ekonomîst David Card û ekonomîst Joshua D. Angrist û Guido W. Imbens qezenc kir.

Li Akademiya Zanistên Qraliyeta Swêdê civîna çapemeniyê hat lidarxistin û Cardê ekonimîstê xebatê yê Kanadayî bi "piştgiriya ampîrîk a ku da aboriya xebatê" û Angrist û Imbens bi "piştgiriya ku dan dahûrîna têkiliyên sedemîtiyê", wekî layîqê Xelata Aboriyê ya Nobela 2021ê hatin dîtin.

Hat gotin ku xebatên her sê ekonomîstan li ser piyaseya kedê hişmendiyên nû saz kirin, ji aliyê sedem û encamê va nîşan dan ku meriv dikare ji ceribandinên siruştî encamên cuda derxe, tesîra nirxandinên wan li ser qadên din jî çêbûn û lêkolîna ampîrîk ji binî va guherandin.

Kesên ku Xelata Aboriyê ya Nobelê qezenc kirin, digel madalyona zêrîn 1,1 milyon dolar xelatê didin wan.

Xelat par dabûn ekonomîstên Amerîkayî Paul R. Milgrom û Robert B. Wilson.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE